Berbînîyek e giştî ye ku sedsala 21an dê sedsala Kurdan be, sedsala Kurdistanê be. Nîşan û doneyên konkret hene û di serî da jî avabûna Kurdistana Federal li ber çavan e. Dîsa bilindbûna bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd li bakur, rojhilat û rojavayabaûr û hebûna berxwedana gerîlla nîşaneyên geşbînîya paşeroja Kurdistanê ne û ev yêke xewa dijminan direvîne. Belêm digel hemû dek û dolab û entrîkayên kolonyalîstan jî, sedsala 21an dê sedsala Kurd û Kurdistanê be û der û pencereyên ronahîyê jî vebûne. Bo dijminan rik ev prosese dê bi serkevtina mezin ya Kurdan bi tac bikeve!
Di
rêya azadîyê da helbet her destpêk bi jan e, bi êş e û neteweyê Kurd
ji hemû neteweyên bindest zêdetir ev jan û êş kêşa û mixabin ku
hêj jî dikêşe. Di nav van şertên gelek dijwar û giriftar yên
rojhilatanavîn û bi giştî cîhanê da xuya ye ku dê hêj jî bikêşe.
Digel hindê jî gihiştina vê qonaxa îro yêk ji armancên neteweyê Kurd
bû ku li parçeyekê jî be, hem dewleta xwe ava bike, hem jî jîyaneke azad
û bextewar gav bi gav vehûne û pêşve bibe. Belêm rastîyek jî li ber
çavan e ku neteweyê Kurd hêj di pêcûneya ewil ya avakirina jîyana nû da
ye. Gihiştina vê qonaxê piştî gelek nişîvî û evrazî, ket
û rab û sedan astengan bi dest ve hat. Di vê prosesê da toka mirinê li dor
Kurdan hate teng kirin, car hat bêhna xelkê Kurd hema bêjin hate çik kirin.
Neyarên xelkê Kurd û Kurdistanê kiryarên xwe yên kujer û sojer bi metodên
gelek xeddar pêkînan. Bi taybetî sedsala 20an bi kiryarên gelek trajîk yên
li ser Kurdan ve tijî ye. Cografyaya Kurdistanê bi hemû parçeyên xwe ve, bû
nîşangeha dewletên kolonyalîst û dagîrker. Neteweyê Kurd bi hemû
çîn, bask, grûb û kategorîyên xwe ve, bi hemû dîn, mezheb û bawerîyên
xwe ve bû armanca êrişên herî hovane yên dewletên dagîrker.
Ev
tabloya reş û tarî, jîyana dramatîk û hetta trajîk mixabin ku bela
xwe ji neteweyê Kurd venake!. Yêk ji van bûyerên trajîk jî 14ê Tebaxê li
Şengalê pêkhat û nezîkî 500 [pênc sed] Kurdên Êzidî hatin kuştin,
nêzîkî vê hejmarê jî birîndar. Reng û metodê kiryarê kivş e û
detay e. Esasê kiryarê ew e ku, dijî neteweyê Kurd, dijî destkevtên
neteweyê Kurd, dijî avabûna Kurdistana Federal, dijî pêşkevtina bi giştî
ya bizava neteweyî ya xelkê Kurd, kiryareke gelek hovane ji teref dewletên
dagîrker yên Kurdistanê ve hatîye kirin. Kakilê armanca neyaran neteweyê
Kurd e, Kurdistan e. Di destpêka avabûna Kurdistana Federal da, li 1995ê li
Zaxo, piştî hilweşandina rejima Seddam ya li 2003yê jî bi rêzê ve
li Hewlêrê, li Kerkûkê, li Mûsilê, li Mexmûrê êrişên mezin hatin
kirin û bi sedan Kurd hatin kuştin. Armanc kivş e, zelal e; mirandin
û têkbirina neteweyê Kurd û welatê wan Kurdistan e!. Di nav vê armanca
mezin ya neyaran da şik têda nîne ku ev kiryara dawîyê ya li Şengalê
pêkhatî, spesîfîken li ser Kurdên Êzidî hatîye kirin û di vê êrişê
da motîfên dînî yên îslamî jî bi zanahî hatine bi kar înan. Di vî planê neyaran da, bi zelalî kivş dibe û tête xwastin ku di
nav neteweyê mezin yê Kurd da, kêmanîya dînî ya Kurdên Êzidî bi taybetî
terorîze bikin û hem ji erdê xwe bidine bar kirin, hem jî tovên xisûmeta dînî
di nav Kurdan da jî biçînin û şîn bikin.
Li
paş vê kiryarê, di çarçoveya kolonyalîzma li ser Kurdistanê da,
planekî navneteweyî heye û elementên vî planî jî Tirkîye, Îran û Sûrîye
ne û helbet xeleka nasyonalîstên Ereb yên Iraqê jî pêve ye. Tiştekî
veşartî nîne ku Tirkîye, Îran û Sûrîye hemû mekanîzmayên xwe
gelek koordîne dijî Kurdistana Federal bi kar tînin ku goya nebe nimûne ji
bo parçeyên Kurdistanê yên di bin dagîrîya wan da!. Ajawe, provakasyon û
têkvedana ku ji serî were dikin baş tête zanîn. Heta nihe çend kiryarên
terorî bi destê ajanên van dewletan ve hatine kirin. Ev êrişa Şengalê
jî di çarçoveya konsepta vî cepheyî bêyûm yê antî Kurd û Kurdistanê
da, di demekî gelek nazik da hatîye kirin. Di çapemenîya cîhanê da herçend
cihekî balkêş negirtibe jî, organîzasyona bi navê „Yêkîneya
Tolhildana Tirk“ [TIB], ku bi Teşkîlata Istixbarata Millî [MIT] ya Tirk
û Serfermandarîya Ertêşa Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya e-mailê
belav kir û ev kiryara Şengalê aşkera hilgirte ser xwe. Di „e-mail
belavok“ê da wisa tête gotin:
„...
Berxwedêrên Tirk yên girêdayî Yêkîneya Tolhildana Tirk, ji bo ku ewlehîya
can û axa Tirkmenên Iraqê biparêze, heta axirîn dilopa xwûna xwe dê
şer bikin û ji bo damezrandina Dewleta Tirkmenelî dê her reng kiryara çekdarî
pêkbînin! Tola Tirkmenên ku li Tuzxurmatu û navçeya Emirli, ku piştî
êrişeke bombeyî hatibûn kuştin, hatîye standin! Beramberî êrişa
bêbext ya ku dijî Tirkmenan hatîye kirin, Yêkîneya Tolhildana Tirk li
bakura Iraqê, dijî Kurdên ku paşê li Şengala navçeya Tirkmen
hatine bi cih kirin, ji alîyê 4 komandoyên Tirkîst ve êrişek hatîye
kirin û ji 250yan zêdetir Kurdên çepel hatine mehû kirin!..“
Hûn
dibînin, vî zimanê, -gotina „kirêt“ sivik dimîne-, qirêj!. Ev çi kîn,
xerez û nefret e beramberî neteweyê Kurd!. Dewleta Tirk bi timamî bi vê
zihnîyetê hereket dike û timamî konsepta xwe ya dijî neteweyê Kurd û
projeya Kurdistanê li ser vî mejîyê nijadperês ava kirîye û di rê dibe.
Ev grûba terorîst ya ku bi navê „miletê Tirk“ fermana kuştina
Kurdan dayî, aşkera ye ku ji Ankarayê tête kumanda û îdare kirin, belêm
desteka lojîstik jî ji dewletên Îran û Sûrîye û Cepheyê Millî yê
Tirkmen li Kerkûkê werdigire. Eve ji alîyê Kurdan ve ji xwe dihate zanîn, lê
divêt bîr û rehîya giştî ya cîhanê jî ji van kiryarên Tirkîye, Îran
û Sûrîyeyê bête agahdar kirin û cîhana demokratîk û humanîter li ser
karên terorîstî yên van dewletan bête serwext kirin û destek û hevkarîya
cîhana demokratîk bête wergirtin. Referandûma Kerkûkê û navçeyên dî yên
Kurdistanê yên hêj bi îdareya Kurdistana Federal ve nehatine girêdan, -ku
Şengal jî yêk ji wan navçeyan e-, binasekî [sebebekî] aktuel e ji bo
van dewletên êrişkar yên cîran, lê di esasî da armanca vî cepheyê
antî Kurd, hindî ji wan bêt tehrîbkirina Kurdistanê ye, rê li ber avabûna
Kurdistanê girtine.
Di
encam da, divêt bête qebûl kirin ku neyaran derbekî bi dilê xwe li neteweyê
Kurd dane û dînen Êzidî jî bin, nêzîkî 500 Kurd kuştine, bi sedan
kes jî birîndar kirine. Ji alîyê hemû neteweyê Kurd ve rewşeke trajîk
e, belêm helbet bi taybetî ji alîyê Kurdên Êzidî ve encameke trajîktir
e. Nifusa Kurdên Êzidî ji xwe kêm e û li gelek navçeyan belav bûne. Kurdên
Êzidî, di nav tevnê sosyolojîk yê neteweyê Kurd da, ji alîyê dînî ve kêmanî
ne, lê ji alîyê kultur, folklor û jîyana sosyotradisyonel ve qedîm in û
temsîla jîyana otantîk ya neteweyê Kurd dikin. Belavbûn û kêmbûna nifûsa
Êzidîyan û di ser hemûyan da jî felaketên ku bi serê wan têne înan, ji
alîyê jîyandina heyîyên neteweyî yên xelkê Kurd ve berzebûnên mezin
in. Li ber vê rastîyê, parastin û lê xwudan derketina Kurdên Êzidî erkekî
sereke yê neteweyî ye.
Piştî
ku ev bûyera Şengalê ya dilsoj pêkhatî, cihê şahîyê ye ku
reflekseke neteweyî ya xelkê Kurd derkete meydanê û dûr nêzîk hemû Kurd
çûne hawara birayên xwe yên Êzidî û di hemû parçeyên Kurdistanê û
meydanên dîasporayê da jî xemxwarîyeke ji dil hate nîşandan, komkujî
û kirdar hatin protesto kirin. Belêm eve têra nake û ev reftara neteweyî
divêt di dereceyeke bilindtir da bête domandin û ewlehî û asayişa Kurdên
Êzidî divêt bête garantî kirin. Navçeya Şengalê li goreyî sîstemê
federal yê Iraqê herçend ne di nav rêvebirîya îdareya Kurdistana Federal
da be jî, hukûmeta Kurdistan Federal divêt „de facto“ vê berpirsiyarîya
parastina navçeya Şengalê hilgire ser xwe û her çi karê hewce hebe
bike. Herweha Hêzên Parastina Gel [HPG] jî, di çarçoveya erkên neteweyî
da û bi koordînasyoneke rêkûpêk dikarin desteka lojîstîk bidine hêzên
asayişê yên Kurdistana Federal ku çeper û tedbîrên parastinê bêne
xurt kirin.
Hissîyata
„dilpêveman“ê helbet hisseke mirovî ye û di dilê her Kurdekê da ev
kiryara hovane ya li ser birayên Êzidî li Şengalê hatîye kirin, dibe,
jan, êş û kul û kesera bi giştî ya neteweyî. Belêm ji vê zêdetir
erk hene li pêşîya her Kurdekê. Di nav Kurdan da dînê domînant „Îslam“
e û bivê nevê gelek tengbînî û teessûbîyên ji dînê îslamê
derdikevin jî, hevkarî û piştgirîya neteweyî ya di navbeyna Kurdên
Musulman û Êzidî da tehrîb dike û zerarê digihîne yêkitîya neteweyî û
rê li ber cudabûn û ji hev dûr ketinê xweş dike ku encama vê çûyînê
bi kêrî neyaran têt. Esasen hemû Kurdên ji dîn û mezhebên cuda, divêt
ji bo ragirtina yêkitîya neteweyî xwe ji ekstremîya dînî û mezhebî dûr
bikin. Ji ber vê yêkê, her Kurd, divêt di serî da elementên neteweyî jînde
bike û di serê her tiştî û karî da bigire. Mirovê Kurd ji kîjan dîn,
mezheb an bawerîyê be, pêşîyê Kurd e û divêt vê bawerîyê bike
çîmentoya yêkitîya neteweyî. Li ser vê bîr û bawerî û hizirîna
neteweyî, Kurd divêt beramberî her reng bawerîyên xwe yên ramanî, dînî
û mezhebî, di maksîmûm dereceyê da toleransê [xweşbînî] nîşanî
hev bidin, ji bo azadîya cudabûnên xwe hevkarîya hevdu bikin. Kurd dikarin
bi vî rengî rê li ber ajawe, provakasyon û êrişên neyaran bigirin.
Garantîya hebûn û parastina hemû çîn, bask, grûb û kategorîyên neteweyê
Kurd, tifaqa navxweyî ye.
Şengal
û Şengalî ji ber Kurdistanîbûn û Kurdbûyîna xwe bûyne armanca êrişkaran
û vê terorê û kuştîyên Şengalê jî şehîdên doza
Kurdistanê ne. Bi vê bîr û ramanê, em komkujîya 14ê Tebaxê ya li ser
birayên xwe yên Êzidî li Şengalê, şermizar dikin, kirdaran rûreş
û qehir dikin. Bila serê neteweyê Kurd sax be. Hêvîya me ew e ku birîndar
zûtirîn dem bi sax û silametî rabine ser xwe. Dîsa hêvîya me ew e ku hukûmeta
Kurdistana Federal hêz û dewletên li paş vê kiryarê peyda bike û ji
bo bîr û rehîya giştî ya navxwe û derve aşkera bike. Hukûmeta
Kurdistana Federal divêt hevkarîyeke mezin jî bide Şengalê ku cih, tax,
xanî û malên hatine kavil û wêran kirin ji nû ve bêne ava kirin û
herweha ji bo ji bîr nekirina vê roja komkujîyê û bîrînana şehîdên
Şengalê jî karekî konkret bête kirin.
Bi
navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:
HAYDAR
IŞIK, nivîskar
DERWÊŞ
FERHO, şair, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
MÎRHEM
EGÎD, rojnamevan
MEDENÎ
FERHO, nivîskar
ROJAN HAZIM, nivîskar